Serokomarê Îsraîlê: Reformê rawestînin!
PeyamaKurd- Serokomarê Îsraîlê Îshaq Herzog, banga rawestandina pêvajoya dadrêsiyê li hikûmeta Îsraîlê kir kir ku li Îsraîlê bûye sedema xwepêşandanên mezin.
Herzog, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re peyamek parve kir û daxwaza rawestandina bilez a proseya çaksaziya dadrêsiyê ya nakokdar ji bo yekîtiya gelê Îsraîlê kir.
Piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu Wezîrê Berevaniyê Yoav Gallant ku li dijî reforma dadrêsiyê ye, ji erkê dûr xist, li welêt xwepêşandan zêde bûn.
Wezîrê Dadê Yariv Levin, di 5ê Çileyê de ragihandibû ku ew plana "reforma dadwerî" dikin ku dê desthilata Dadgeha Bilind sînordar bike û bandora dadweriyê li ser hilbijartina dadweran kêm bike.
Rêziknameya dadrêsî ya hikûmetê ku rayeyên dadrêsiyê sînordar dike û di tayînkirina dadrêsiyê de xwedî gotinê ye, di nav Îsraîlê û qada navneteweyî de bi tundî hatibû rexnekirin.
Pêşnûmeqanûna berdest a ‘şerê navxweyî’ ji aliyê Serokomar Îshaq Herzog ve pêşkêşî partiyan hatibû kirin jî ji aliyê hikûmetê ve hatibû redkirin.