TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokomarê Qirgizistanê: Amade me îstifa bikim

Admin H
Nivîskar
📅 09 cotmeh 2020 18:55

PeyamaKurd – Piştî protestoyan û betalkirina hilbijartinên parlamentoyê, Serokomarê Qirgîzistanê Sooronbay Ceenbekov ragihand ku ew amade ye ji karê xwe istîfa bike.

Serokomarê Qirgîzistanê Sooronbay Ceenbekov îro derket pêşberî medyayê û got, “Ez amade me dest ji karê Serokomartiya Qirgîzistanê bikşînim. Bi mercê ku dema hilbijartinên bê were diyarkirin û hikûmeteke nû were ragihandin.”

Hêjayî gotinê ye, piştî nerazîbûna opozîsyonê ya li ser sextekariya hilbijartinê, hefteya borî encamên hilbijartinê hatibûn betalkirin, lê protesto hê jî berdewam dikin û çav li rê ye îro protesyonên mezin pêk werin.

Parve bike: