TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokomarên Misir û Azerbaycanê, li ser hevkariyê axivîn

Ruken güler
Nivîskar
📅 24 adar 2023 20:00

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin parvekirin, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokomarê Misrê Ebdulfetah es-Sisi, bi telefonê axivîn. Hat diyarkirin ku Sisi bal kişand ser wê yekê ku Misir bi biryar e ku bi Azerbaycanê re hevkariyê ji bo berjewendiya herdu welatan berfireh bike.

Li gorî daxuyaniya ku li ser hevdîtinê hatin ragihandin, Sisi yê ku bi telefonê li Aliyev geriyaye, meha Remezanê li Aliyev û gelê Azerbaycanê pîroz kiriye.

Hat diyarkirin ku Sisi bal kişand ser wê yekê ku Misir bi biryar e ku bi Azerbaycanê re hevkariyê ji bo berjewendiya herdu welatan berfireh bike.

Her wiha hat diyarkirin ku Aliyev diyar kir ku Azerbaycan jî dixwaze bi Misrê re dostanî û hevkariyê pêş bixe û ji dewleta Misirê û gelê wê re serkeftin û pêşkeftin xwest.

Parve bike: