TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokwezîr Kazimî: Wê di zîrweya Cide de normalîzebûna bi Îsraîl re nekeve rojevê

Admin M
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2022 02:26

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî li ser zîrwa li Erebistana Si’ûdiyê li bajarê Cide bêkirin de axifî û got ku wê normalîzebûna bi Îsraîl re nekeve rojeva zîrwê. Li gor ragihandina ajansa fermî ya Iraqê INA yê, serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî berya here zîrwê, li Bexdayê civîna çapemeniyê lidar xist.

Kazimî got ku Zîrwa Cide de wê li ser hevkariya enerjiyê, guherîna kêşûhewayê û mijara ewlehiyê axaftin bên kirin, rast nîne ku li ser normalîzebûna têkiliyên bi Îsraîlê re axaftin bêkirin û wê ev mijare nekeve rojevê.

Di mijara Fîlîstînê de tewrê me diyare, destekê didin mafên Fîlîstîniyan, Iraq di têkiliyên xwe de siyaseta bi mêzên û sifir pirsgirêk dimeşîne û wê ji bo ti welatekî cîran nebe tehdîd.

Zîrwe bi tevlîbûna endamên Konseya Hevkariya Kendavê li bajarê Erebistanê li Cideyê dê bêkirin. Ji bilî endaman wê Misir, Iraq û Urdun tevlî zîrwê bibin.

Parve bike: