TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokwezîrê Almanyayê, Îran tawanbar kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 12 cotmeh 2023 19:00

PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, îdia kir ku Îran jî di êrîşên Hemasê yên li dijî Îsraîlê de berpirsiyar e û got, "Heger di salên dawî de piştgiriya Îranê nebûya, Hamas ne di wê rewşê de bû ku êrîşî Îsraîlê bikira."

Olaf Scholz, di daxuyaniya hikûmetê ya têkildarî tundiya li Rojhilata Navîn ku danê sibehê li Bundestagê da, li dijî Îranê daxuyaniyên tund da û rayedarên Îranê tawanbar kir.

Serokwezîrê Almanyayê amaje bi wê yekê jî kir ku Îran jî berpirsê êrîşên vê dawiyê yên Hemasê ye û diyar kir ku tu delîl tune ku Îran di êrîşên 7ê Cotmehê de ji aliyê Hamasê ve hat destpêkirin de piştgiriyeke şênber û operatîf hebe û wiha got:

"Heger di van salên dawîn de piştgiriya Îranê ya ji Hamasê re nebûya, êrîşên bêhempa yên ku Hamasê dawiya hefteyê li ser xaka Îsraîlê kirin, dê ne pêkan bûya.

Scholz, daxuyaniyên rayedarên payebilind ên rejîma Tehranê û hin rêberên welatên din ên herêmê ku êrîşên Hemasê pîroz dikin, wekî ‘zişt’ pênase kir û got, "Tehran, bêyî ku şerm bike rûyê xwe yê rastîn eşkere dike û bi vî awayî rola ku li Xezayê lîstiye qebûl dike."

Parve bike: