TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokwezîrê berê Xan: “Plan kirin ku min bikujin”

Admin M
Nivîskar
📅 15 gulan 2022 03:35

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Pakistanê ku ji ser wezîfa xwe hat derxistin Îmran Xan, li Pakistanê li bajarê Qaraçiyê xwepêşandanekî (mîtîng) kir, xîtabê terefdarên xwe kir û got ku plan çêkirin ku wî bikujin. Xan axaftina xwe weha dewam kir:

“Ji  bo min bikujin plan çêkir. Tevî min berê jî zanibû ji ti kesî re behs nekir. Lê niha di destê min de delîl hene. Kesên xwestin min bikujin, min di derbarê wan de vîdeoyekî amade kir û li ciyekî baweriyê veşart. Ew biryarê dan ku min bikujin. Ji ber wê min vîdeoyê qeyd kir. Kesên li hemberê hukumeta min komplo çêkirin, min navê hemûyan di vîdeoyê de got.

Em ê li Îslamabadê meşekî lidar bixin. Ez dixwazim hun tev tevlî meşê bibin û deyaxa germê bikin.”

Parve bike: