TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokwezîrê Brîtanya: Dibe ku em dîsa tevlî YEyê bibin

Admin H
Nivîskar
📅 30 îlon 2026 18:05

PeyamaKurd - Serokwezîrê Brîtanyayê Andy Burnham ragihand ku Brexitê ji sûdê zêdetir zirar aniye û got ku ew dikarin careke din tevlî Yekîtiya Ewropayê (YE) bibin.

Burnham di hevpeyvîneke xwe ya bi BBCyê re da xuyakirin ku divê vebijarkên cuda werin nirxandin û got: "Brexitê ji sûdê zêdetir zirar anî û ez bawer im ku nêzîkî ji sedî 60ê raya giştî ya Brîtanyayê jî di vê nêrînê de ye."

Burnham da zanîn ku ew dixwazin di 10 salên pêş de zelal bikin ku welatê wan ber bi ku ve diçe û bal kişand ser wê yekê ku ji bilî endamtiya tam a YE, vebijarkên wekî tevlîbûna bi Yekîtiya Gumrikê re jî li ser maseyê ne.

Parve bike: