TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokwezîrê demkî destpêkirina proseya hilbijartinên Libyayê ragihand

Admin H
Nivîskar
📅 14 sibat 2022 04:36

PeyamaKurd – Serokwezîrê hikûmeta veguhêz a Libyayê Ebdulhemîd Dibeybe ragihand ku li welatê wî proseya hilbijartinê dest pê kiriye.

Dibeybe li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê hilbijartinan de nirxandin kir û eşkere kir:

"Spasiya welatiyan dikim ku piranî daxwaza hilbijartinan dikin û naxwazin serdema veguhêz bê dirêjkirin. Proseya hilbijartinê dest pê kir û wê heta hilbijartina otorîteyeke rewa berdewam bike.”

Parve bike: