Serokwezîrê Îsraîlê: Ev hê destpêk e!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû diyar kir, piştgiriya wan a navneteweyî ya mezin heye û ew ê Hamasê hilweşînin û li ser operasyonên ku heta niha li Gazzeyê hatin kirin jî got, "Ev hê destpêk e."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu êvara Îniyê, beriya operasyona bejayî ya artêşa Îsraîlê ya li ser zîvala Gazzeyê, bi rêya televizyonê axaftinek kir.
Netanyahu bal kişand ser operasyonên ku hefteyekê dewam dikin û wiha got: "Ev hê destpêk e. Em ê vî şerî ji her demê bihêztir biqedînin" û destnîşan kir, ji bo operasyonê piştgirîyeke xurt a navneteweyî heye û ew ê Hamasê îmha bikin." Netanyahu got, "Em ê Hamasê hilweşînin û bi ser bikevin, lê wê dem hewce bike."
Hêjayî gotinê ye ku Netanyahu êvara Îniyê, dema ku roja Şemiyê destpê dike, dema ku cihû bêhna xwe vedidin û Tewratê dixwînin û alavên elektrîkê bikar naynin, axaftina xwe ya televîzyonê kir.
Di êrîşên esmanî yên ku piştî êrîşên Hamasê yên di 7ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê hatin kirin, li Şerîda Gazzeyê zêdeyî 1300 kes mirin.