Serokwezîrê Polonyayê Tirkiye bi sandina koçberan tawanbar kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki, li ser krîza koçberan a ser sînorê wan ê Belarûsî Tirkiye tawanbar kir ku bi Belarûsê re li hev kirine.
Mateusz Morawiecki di civîna parlamentoyê de got: “Korîdorek vekirî di navbera Stenbol û Mînskê de çêbûye. Bi vê rêyê re bi hezaran koçber derbasî Belarûsê hatine kirin.”
Morawiecki herwiha Tirkiye bi şandina koçberan tawanbar kir û diyar kir, “Em dibînin ku kiryarên Tirkiyeyê bi tevahî bi Belarûs û Rûsyayê re hevdem in. Ev me aciz dike, em jê hez nakin.”
Ev daxuyaniya Serokwezîrê Polonyayê di demekê de hat ku Rojnameya Welt a Almanî belgeyên li ser hevkariya bo koçberan a di navbera Tirkiye û Belararûsê de belav kirin.
Di nûçeya Weltê de hatiye diyarkirin, “Şîrketa balafiran a Belarûs Belavia bi hevkariya Turkish Airlines hefteyekê 4 heta 7 seferan organîze dike. Di her seferê de 180 koçberan ji Stenbolê vediguhezîne Mînskê.” Herwiha rojnameya Bild jî îdia kiriye ku Tirkiye bi rêya balafirxaneya xwe koçberan vediguhêze Belarusê.