Cîhan
Serokwezîrê Slovakyayê pistrast kir: Me S-300 daye Ukraynayê
PeyamaKurd- Serokwezîrê Slovakyayê Eduard Heger bi daxuyaniyekê ragihand ku wan pergala parastina hewayî ya S-300 şandiye Kîevê.
Serokwezîrê Slovakyayê bi rêya medyaya civakî, guftûgoyên li ser S-300 piştrast kir û got ku Gelê Ukraynayê hem welatê xwe hem jî serweriya xwe bi wêrekî diparêze. Ew di bin êrîşên Rûsyayê de can didin, bêdengnemayîn û alîkarî jî erka me.
Serokwezîrê Slovakyayê Heger, ligel Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, çûn paytexta Ukraynayê Kîevê.