TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokwezîrê Yunanistanê bi Erdogan re li ser rewsa penaberên Afganî axivî

Admin L
Nivîskar
📅 21 tebax 2021 13:08

PeyamaKurd – Ofîsa Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis bi daxuyaniyekê da zanîn, do Înêyê Mitsotakis, bi Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re li ser rewşa penaberên Afganistanê bi rêya telefonê re pêwendî danî û gotûbêj kirin.

Atîna diyar dike, ew ê rê nede dubarekirina bûyerên 2015an, dema ku bi sed hezaran mirov bi keştiyên qaçaxçiyan, ji beravên nêzî Tirkiyê ji bo çûyina Ewropa derbasî giravên Yûnanîstanê bûn.

Wezîrên Yunanî yên berevanî û parastina hemwelatiyan, îro serdana sînorê bejayî yê Evrosê yê bi Tirkîyê re kirin ku tedbîrên hember îhtimala pêlên nû yên penberan û pîvanên ewlehiyê bibînin.

Wezîrê Parastina Hemwelatîyan Michalis Chrisochoidis destnîşan kir, krîza Afganî di warê jeopolîtîkî de xalên nû derdixe û rê li ber îhtîmala pêlên koçberîyê vedike. Chrisochoidis got: "Biryara me ye ku em sînorên xwe biparêzin û ewle bikin. Em pêgir in ku tixûbên me ewledar û patastî bin."

Yunanistan ji Adara 2020an vir ve, berevaniya sînorên xwe xurt dike, dema ku Tirkiyê eşkere kir ku sînorê xwe ji bo Ewropa vekiriye û pêşiya bi hezaran penaberan vekir ku berê xwe bidin Yûnanîstanê.

Parve bike: