Serokwezîrên 4 eyaletên Almanya name ji Kongra Amerîka re sandin
PeyamaKurd – Serokwezîrên çar eyaletên Almanyayê ji 13 endamên Kongreya Amerîkayê re nameyek şandin û xwestin, plana vekişandina hêzên Amerîka ji Almanyayê bê rawestandin.
Serokwezîrên Bavyera, Wiesbaden, Württemberg û Rhineland-Palatinate di nameya xwede bal kişandin ser plana Rêveberiya Trump a vekişandina hejmareke zêde ya hêzên Amerîka ji Almanyayê û xwestin, ew plan were rawestandin û neyê bicihanîn.
Di nameyê de hatiye gotin: “Em daxwaz ji we dikin ku piştgiriya me bikin, em hewl didin peywendiya dostanî ya navbera xwe biparêzin, bihêztir bikin û mana hêzên Amerîka li Almanyayê û Ewropayê di paşerojê de biparêzin.”
Serokwezîrên eyaletan di nameyê de diyar kir ku hêzên Amerîkayê yên li Almanya stuna hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Ewropayê ne û herwiha bingeha sereke ya tevgerên hêzên NATOyê ne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump meha borî ragihandibû ku ew ê hejmara hêzên xwe li Almanya ji 34 hezar û 500 leşkeran ji bo 25 hezar leşkeran kêm bikin û wekî sedema vê biryarê jî bicih neanîna sozên darayî yên ku Almanya bo NATOyê dane nîşan dabû.