Serpîskopos Antoniazzi, bang li koçberan kir: Dest ji wê xeyalê berdin
PeyamaKurd- Serpîskoposê Katolîk Ilario Antoniazzi, di serdana xwe ya Tûnisê de bang li ciwanên Tûnisî kir û ji wan xwest ku dest ji xewna xwe ya koçberiya Ewropayê (Îtalya) berdin.
Ilario Antoniazzi, ligel bi sedan Xirîstiyan û Mislimanan li bajarê Halkul Vadî yê paytexta Tûnisê li meydana şaredariyê "Roja Qurbanê ya Meryem" pîroz kir.
Serpîskopos, di wê merasîmê de bang li ciwanên Tûnisî kir û ji wan xwest ku dest ji xewna xwe ya koçberiya Ewropayê (Îtalya) berdin û got,
“Îtalya, ne ya ku hûn xeyal dikin e. Ez vê yekê wekî Îtalîyekî dibêjim. Dest ji fikira derbasbûna deryayê û çûyîna Îtalyayê berdin. Ji welatê xwe yê xweşik hez bikin."
Her sal, bi sedan koçberên neqanûnî yên Tûnisî bi hêviyên jiyanek çêtir li ser Deryaya Spî diherikin û xwe bigihînin Ewropayê.
Ji ber ku Tûnis ku li nîvê Cezayîr û Lîbyayê ye, di heman demê de ji bo koçberên neqanûnî yên Afrîkî, rêyeke derbasbûnê ya ber bi giravên başûrê Îtalyayê ye.