Serrac û Erdogan hevdîtin kirin
PeyamaKurd- Serokwezîrê Lîbyayê Sarrac û serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan îro li Beştepe hevdîtinekî pêkanîn. Piştî hevdîtinê her du serok derketin ber çapemeniyê. Her dû serok gotin wê hevkariya navbera her dû dewletan dewam bike û li Derya Sipî hevkariya wan xurt bibe.
Serokê Tirkiyê Erdoğan got ku Tirkiye desteka herî zêde daye Lîbyayê û daxwaza wî ew e ku bîstekî zûtir li Lîbyayê hûzûr çêbibe. Erdoğan behsa Rojhilatê Derya Sipî û dewlemendiyên wê yên xwezayî kir û got ku ew dixwazin ji wan dewlemendiyan fêde bibînin û sondaj jî di nav de hevakariya xwe bi Lîbyayê re bipêş bixin.
Serokwezîrê Lîbyayê Sarrac jî di axaftina xwe de got ku Tirkiye her wext Lîbyayê destek kiriye û Tirkiye ti carê Hafter weka muxatabekî rewa nediye. Sarrac got ku ew dixwazin şîrketên Tirkiyê di avakirina Lîbyayê ya nûh de ciyên xwe bigrin.