TR KU SO
FB X
Cîhan

Sewata Awistralyayê gihîst Amerîkaya Basûr

Admin H
Nivîskar
📅 07 rêbendan 2020 23:54

PeyamaKurd – Şewata daristanan ku ev zêdeyî 4 meh in bênavber natemire li Awistralyayê, gihîşt heta Amerîkaya Başûr.

Ji meha Îlona 2019an ve daristanên Awistralyayê dişewitin ku heta niha 8 milyon hektar erdên daristanan bûne xwelî û nîv milyon zêdetir ajal jî mirine ku metirsiya jiholêrabûna hinek nifşên ajalan çêbûye.

Hat ragihandin ku dûmana şewatê gihiştiye heta Amerîkaya Başûr ku bi hezaran kîlometreyan dûrî Awistralyayê ye.

Rayedarên Şîlî û Arjantînê jî didin zanîn ku dûmana şewatê 12 hezar km dûr ve çûye.

Ajansa meteorolojî ya Arjantînê SMNê jî da xuyakirin ku dibe dûman bigihîje heta Brezîlyayê jî.

Parve bike: