Cîhan
Sewqiyata Rûsyayê di satalayta Îsraîliyan de xuya kir
Rojnama Îsraîlê Haaretz, wêneyên balafirên Rûsyayê yên ku bi navê Xayalet tên binavkirin, Su-57 ku balafirên leşkerîne, ji aliyê artêşa Îsraîlê de hatin belavkirin.
Li gor nûçeya Haaretzê, ev balafirên han ku demeke berê hatine çêkirin û wan şandine Sûriyê, îhtîmala ku bikevin ber radarê kêm e. Rûsya wan di şerê hundir ye Sûriyê de diceribîne.
Rûsya, bê ku nav û modelên wan bide, berê ragihandibû ku çend balafirên şer li hêzên hewayî yên xwe yên li Sûriyê zêde kirine. Balafirên Su-57 weka balafirên Amerîka yên F-22 û F-35an e.