TR KU SO
FB X
Cîhan

Şeybanî li Enqerayê bi Fîdan û Barrack re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 09 îlon 2026 12:14

PeyamaKurd - Wezîrê karên derve û penaberan ê Sûriyeyê Esad Hesen El Şeybanî doh serdana Tirkiyeyê kir û ji bo pêşxistina têkiliyên di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de nîqaşkirina xebatên meclisa peymana di navbera her du welatan de û geşedanên li herêmê, li Enqereyê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re hevdîtin kir.

Wezareta Karên Derve a hikumeta demkî diyar kir ku hevdîtin ji bo pêşxistina têkiliyên her du welatan, şopandina dosyayên hevbeş ên di çarçoveya meclisa bilind a peymanê û geşedanên hêrêmî de pêk hat.

Çavkaniyên dîplomatîk ên li Tirkiyeyê da zanîn ku hevdîtin li Enqerayê pêk hatiye, lê heta niha têkildarî mijarê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê tu daxuyanî nedane.

Beriya vê hevdîtinê di 6ê Tebaxê de li Enqerayê her du wezîr hevdîtin pêk anîbû, Fîdan wê demê ragihandibû ku dê welatê wî hevkariya bi Şamê re ya di qada “pêşîgirtina terorê, parastin û ewlehiyê de kûr bike”.

Hakan Fîdan destnîşan kir ku temamkirina pêvajoya entegrasyonê li Sûriyeyê girîng e.

Piştî hevdîtina Hakan Fîdan û Esad El Şeybanî li Enqerayê bi nûnerê Serokatiya Amerîkayê yê taybet ê Sûriyeyê û Iraqê Tom Barrack re hevdîtinek pêk anî.

Parve bike: