TR KU SO
FB X
Cîhan

Siî jî dixwazin wek Kurdan bibin federasyon

📅 27 tîrmeh 2018 01:02

PeyamaKurd - Serokê Encûmena Parêzgha Besra Welîd Gêtan ragihand ku xelkê Besra dixwazin bibin xwedî herêmeke xweser û ew yek ji mafê wan e û kes nikare li dijî wî mafê wan bisekine.

Welîd Gêtan di hevpeyvîneke ligel malpera PDK de ragihand: “Xwepêşandanên xelkê Besra yên ku daxwaza xizmetguzariyan dikin, mafekî rewa ye û ti kes nikare wî mafî ji wan bistîne, ji ber ku rewşa bajarên Iraqê pir xerab e.”

Gêtan wiha got: “Xwepêşandanên Besra daxwaz dikin ku Besra bibe herêmeke xweser û dixwazin xelkê Besra bi xwe herêma wan birêve bibin. Him alî li dijî wê yekê ne ku Besra bibe herêmeke xweser ji bo ku dahata Besta tenê ji wan re be, lê em li gorî destûr daxwaz dikin Besra bibe herêmeke xweser.”

Serokê Encûmena Parêzgha Besra wiha domand: “Piraniya endamên encûmena me îmze kirine û daxwaz dikin ku Besra bibe herêmeke xweser û ev daxwaza xelkê Besra ye.”

Parve bike: