TR KU SO
FB X
Cîhan

SIPRI: Lêçûnên ser ên welatan, gihîst asta rekorê!

Ruken güler
Nivîskar
📅 24 nîsan 2023 17:00

PeyamaKurd- Li gorî raporta Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI), lêçûnên welatên Ewropayê yên ku herî zêde ji şer bandor bûne, derket asta herî bilind a piştî şerê sar ê li Ukraynayê.

Li gorî raporta ku hat belavkirin, piştî şerê Rusya û Ukraynayê, lêçûnên leşkerî li ser asta cîhanê rekor şikand. Hat diyarkirin ku lêçûnên welatên Ewropayê yên ku herî zêde ji şer bandor bûne, derketiye asta herî bilind.

Hat diyarkirin ku lêçûnên leşkerî yên cîhanî di sala 2022yan de ji % 3,7 zêde bû û gihîşt 2 trîlyon û 240 milyar dolaran û di sala 2022yan de Tirkiye jî bi 10 milyar û 600 milyon dolaran, di cîhanê de bû welatê 23yemîn ê ku lêçûnên berevaniyê kirine.

Di dewama raportê de tê gotin ku di sala 2022yan de sê xercên herî zêde, aîdê Amerîka, Çîn û Rusya ne û van welatan ji % 56ê lêçûnên leşkerî yên cîhanê pêk tînin.

Her wiha hat zanîn ku lêçûnên leşkerî yên Ukraynayê ku bi Rusyayê re di nav şer de ye jî di sala 2022yan de ji % 640 zêde bû û derket 44 milyar dolaran.

Parve bike: