Sirbîstanê, balyozxaneya xwe ya Kievê girt
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên Sirbîstanê ve hat ragihandin, ji ber dewamkirina şerê navbera Rusya û Ukraynayê û xetereyên ewlehiyê, wan balyozxaneya xwe ya Kievê, girtiye.
Li gorî daxuyaniya ku di malpera fermî ya ya Balyozxaneya Kievê ya Sirbîstanê de hat dayîn de ji bo pêkanîna ewlehiya xebatkarên misyonê, balyozxaneya wan a li paytexta Ukraynayê ya Kievê, hatiye girtin.
Di daxuyaniyê de li ser sedema girtinê, ev hûrgilî hatin parvekirin:
“Balyozxaneya Komara Sirbîstanê ya li Ukraynayê, ji bo pêkanîna ewlehiya xebatkaran, bi awayekî derbasdar hatiye girtin. Heta ku mercên vegerandina Ukraynayê werin bicihanîn, dê xebat li Belgradê werin dewamkirin.”
Beriya ku balyozxaneya Sirbîstanê were girtin, di 13ê Sibatê de ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Sirbîstanê ve hişyariya rêwîtiyê ya ji bo Ukraynayê li welatiyan hatibû kirin. Di vê daxuyaniya ku hat parvekirin de ev bang jî hat bibîrxistin.