Şîrketa Nvidia ji bo bîra çêkirî bi 500 milyar dolarî veberhênanê dike
PeyamaKurd – Şîrketa hiberîna çîpan ya Nvidia ku navenda wê DYA ye, ji bo veberhênanên navendî yên BlackRock, Blackstone, Goldman Sachs, Apollo, Brookfield û KKRyê dixwaze sermaya terefên sêyem bide hev û veberhênanê bike.
Lê parên şîrketa Nvidiayê roja Duşemê di bazara dinyayê de bi nisbeta %2,9 kêm bûn.
Şîrketa Nvidia, bi şîrketên Apollo Global Management, BlackRock, Blackstone, Brookfield Asset Management, Goldman Sachs û Kohlberg Kravis Roberts (KKR) re zebtên li hevkirinê îmza kir. Di çarçova plana hatiye kirin de, dê şîrketa Nvidia ji bo muşteriyên xwe hewzên sermaya taybet biafirîne.
Nvidia, wê kengê wan sermayeyan bikarbîne û şertên fînansmanê çine, ranegihand. CEO yê şîrketê Jensen Huang ragihand ku wê avahiyên bingehîn yên bingeha şîrketa Nvidiayê yên kiryarên zanistê fireh bikin.