Sîsî û Biden li ser ‘hevkariya stratejîk’ hevdîtin kirin
PeyamaKurd – Serokkomarê Misrê Abdulfettah es-Sisi û serokê Amerîkayê Joe Biden li Cideyê li ser mijara ‘hevkariya stratejîk’ hevdîtinekî pêkanîn. Hevdîtin berya destpêkirina civîna welatên hevkarên Kendavê hat kirin.
Serokkomariya Misrê li ser hevdîtinê daxwuyaniyeka nivîskî da. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:
“Her dû teref xwestine ku di çarçoveya hevkariya ku di navbera her dû welatên dost de heye de, koordinasyon û şêwrên heyî, di dewra pêşiya me de bipêşbixin û di mijarê de xwesteka xwe anîne ser ziman.
Sîsî ragihandiye ku her dû welat di têkiliyên xwe yên bijarte de, biryare ku wan xwurt bike, wê ev hevkarî di herêmê de aştî û îstîqrarê bipêş bixe.”
Serokê Amerîkayê Joe Biden jî di hevdîtinê de behsa girîngiya Misr a di bin serpereştiya Sîsî de kiriye û gotiye di parastina û ewlehiyê de xwedî ciyekî girîng e.
Di hevdîtinê de her weha behsa baraja Hedasiyê ku dikeve nevbera Etiyopyayê û Misrê û behsa mijara Fîlîstînê kirine. Sîsî her weha di zîrwê de di axaftina xwe de li ser ewlehiya welatên Ereb weha gotiye:
“Me, di mijara xetên sor û ewlehiya neteweyê Ereb de ti tawîzan nedaye. Di dijminahiya mezhebî û etnîkî de kesekî serkeftî tine. Ev rewş tenê rê dide roxandina dewletên netewî yên nûjen û rê dide ku teror belav bibe. Şerên dirêj yên navxweyî xelkê herêmê qedand, heyî û dewlemendiyên wan bi dawî kir û derfetê da ku hinek hêz mudaxeleyê karên navxwe yên dewletên Ereb bikin.”