TR KU SO
FB X
Cîhan

Siûdî bang li DYA û Îranê kir: "Vegerin ser muzakereyên"

Admin H
Nivîskar
📅 11 hezîran 2026 14:17

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî bi daxuyaniyeke fermî, êrişên Îranê yên li dijî Kuweyt, Behreyn û Urdunê şermezar kir. Riyadê hişyarî da ku berdewambûna êrişên wiha dê alozîyê li herêmê hîn zêdetir bike û bang li aliyan kir ku rû bi rû neyên û vegerin ser maseya lihevkirinê.

Ev daxuyaniya Erebistana Siûdî piştî gurrbûna şerê rasterast ê di navbera Amerîka û Îranê de hat. Pêşhatên dawî yên ku bûn sedema vê helwestê wiha ne:

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû ku wan ji bo armancên "parastinê" êrişên nû birine ser çend hedefên Îranê.

Îranê wekî tolhildanê, li Kuweytê her du baregehên esmanî yên Elî Salem û Ehmed el-Ceber, li Behreynê Baregeha Esmanî ya Şêx Îsa û li Urdunê bi giştî 18 hedefên ser bi artêşa Amerîkayê ve dan ber mûşekan.

Banga Ji Bo Navbeynkariya Pakistan Û Qeterê

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî daxwaz kir ku bi aqil tev bigerin da ku herêm û gelê wê ji encamên giran ên şerekî piralî werin parastin. Riyadê destnîşan kir ku ji bo vegerandina aramî û asayîşê, divê her du welat demildest vegerin ser wan muzakereyên avaker ên ku di bin navbeynkariya Pakistan û Qeterê de tên birêvebirin.

Parve bike: