TR KU SO
FB X
Cîhan

Siûdî bersiva Trump da: Me soz nedaye…

Admin H
Nivîskar
📅 27 berfanbar 2018 21:50

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump dema biryara vekişîna ji Sûriyê ragihand gotibû ku Erebistana Siûdî ji bo ji nû ve avadankirina Sûriyê soz daye pere bide.

Li ser gotinên Trump ji Erebistana Siûdî daxuyanî hat û tê de hat gotin ku ji meha Tebaxa 2018an ve wan ti sozek nedaye Amerîkayê.

Balyozxaneya Erebistana Siûdî ya li Washingtonê li ser navê welatê xwe derbarê daxuyaniya Trump de ragihand, Qralîyeta Erebistana Siûdî ji meha Tebaxê ve ti sozeke nû derbarê Sûriyê de nedaye.

Parve bike: