TR KU SO
FB X
Cîhan

Siûdiyê pistî 3 salan ji bo Yêmenê "deriyê umreyê" vekir

📅 30 gulan 2018 05:00

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Erebistana Siûdî piştî 3 salan ji bo ku xelkê Yemenê bikaribe îbadeta xwe ya umreyê bîne cih, deriyên xwe vekirin.

Wezîrê Weqf û Îrşadê yê Yêmenê Ehmed Atiye di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku Erebistana Siûdî biryarnameyeke melîkiyetê weşand ku li gorî wê, gelê Yemenê wê bikaribe ji îsal û pê ve biçe umreyê.

Atiye da bibîrxistin ji ber ku milîtanên Hûsî li wî welatî li dijî xelkê Yemenê dest bi şer kir, Erebistana Siûdî jî 3 sal berê îzna çûyîna ji bo umreyê rawestand. Atiye bal kişand ku wezaretê demeke dirêj hewl da û xebitî da ku îzna umreyê derkeve.

Li Yemena ku ev demeke dirêj e bêîstiqrariya siyasî dewam dike, Hûsiyên ku dixwazin bibin desthilat, ji 2014an vir ve paytext Sena di serî da gelek herêmên wî welatî kirine bin kontrola xwe. Hêzên hevpeymana ku Erebistana Siûdî serkêşiya wê dike, di çarçoveya "Operasyona Bahoza Biryardariyê" ku adara 2015an dest pê kiribû de piştgiriya hêzên rêveberiya meşrû dike.

Parve bike: