Cîhan
Siwarên çekdar yên motorsîkletan êrîs kirin: 22 kustî
PeyamaKurd – Li gor çapemeniya Nîjeryayê; li eyaleta Katsinayê li devera Kankarayê çekdarên siwarê motorsîkletan êrîş birin ser xelkê û di encamê de 22 kesan kuştin.
Berdevkê polîsê Katsinayê Gambo Îsah ragihand ku mijara êrîşê raste lê di jimara kuştiyan de jimarekî neda. Hêzên asayîşê sewqê devera bûyerê kirine û li ser bûyerê lêpirsîn dewam dike.
Bi sedema li Nîjeryayê kesên çekdar li ser motorsîkletan êrîşan dibin ser xelkê û hêzên asayîşê, li gelek deverên bikaranîna motorsîletan hatiye qedexekirin.