Cîhan
Slovakyayê dîplomatkarê Rûsî dersînor kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Slovakya Peter Pellegrini ragihand ku jiber diplomatê rûsî sîxurî kirîye hatiyê dersînor kirin.
Serokwezîrê Slovakyayê got, jiber ku diplomatê Rûsî sîxuriya NATO û hin dewletên Yekîtiya Ewropayê (YE) kiriye, 22 Mijdarê hatiye dersînorkirin û wî dîplomatî di nav 48 saetan de terka Slovakyayê kiriye.