TR KU SO
FB X
Cîhan

SOHR: Amerîka hêzeke teqwiye sand û baregeheke leskerî ava kir

Admin H
Nivîskar
📅 17 gulan 2020 18:12

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku li ser zêdebûna liv û tevgera DAIŞê Amerîkayê hêzeke nû ya teqwiye şandiye devera petrolê ya Dêrazorê û baregeheke leşkerî ava kiriye.

Li gorî rapora SOHRê ya derbarê hêzên Amerîkî û liv û tevgera DAIŞê li Sûriyê, Amerîka bi fermana Serok Donald Trump hewil herêmên petrolê dixe kontrola xwe û nahêle rejîma Sûriyê bikeve wan herêman.

SOHRê diyar kiriye herî dawî jî li herêma El Cerat a Dêrazorê Amerîkayê hêzeke teqwiye ya 300 serbazan şandiye ku hewil dide li qada cihê petrolê belav bibe.

Li gorî SOHRê Amerîkayê heta niha gelek baregehên leşkerî li sêgoşeya Sûriye-Iraq-Urdinê ava kirine.

Parve bike: