TR KU SO
FB X
Cîhan

SOHR: Destpêka salê 891 kes hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 01 sibat 2019 23:51

PeyamaKurd - Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) rapora xwe ya dawî ya şerê Sûriyê belav kir.

Li gor SOHRê ji despêka sala 2019an heta niha tenê di mehekê de 891 kes li Sûriyê hatine kuştin.

Di rapora ku îro 1ê Sibatê hatiye eşkerekirin de, tê ragihandin ku 188 kesên sivîl ku 58 jê zarok û 15 jin in ji ber şer hatine kuştin.

Herwiha bi tevahî 401 çekdarên komên tundrew ên Îslamî û şervanên HSDê û komên din yên nav HSD hatine kuştin.

Disa li gor raporê ji hêzên rejîma Sûriyê jî 27 leşker hatine kuştin ku tevahî di meheke de hejmara kuştiyan bûye 891 kes.

Parve bike: