SOHR: Di nav 72 saetan de 39 kes ji hêzên Sûriyê û DAISê hatin kustin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di nav 72 saetên dawî de di encama şerên navbera hêzên rejîma Sûriyê û terorîstên DAIŞê de, 39 kes ji herdu aliyan hatine kuştin.
SOHRê daye xuyakarin, li eniyên sêgoşeya Heleb, Hema, Reqa û li çolistanên Dêrazor û Humisê di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên rejîma Şamê de şerekî dijwar rû daye û çekdarên DAIŞê ku li wê herêmê êrîş, kemîn, teqîn û bûyerên hedefgirtinê pêk tînin, hewl didin çalakbûna xwe ya zêde berdewam bikin.
SOHR diyar kir, di 72 saetên derbasbûyî de 19 leşkerên hêzên rejîmê û 20 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û balafirên şer ên Rûsyayê jî li çolistana Sûriyê zêdetirî 100 êrîşên asmanî pêk anîne.
Herwiha SOHRê daye xuyakirin ku ji ber rewşa hin birîndaran xeter e û agahiyên din li ser kuştiyan hene, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.