SOHR: Hêzên Tirk dema dewriyeyê 2 kes li ser rêya M4 kustin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di dema dewriyeya hevbeş a Rûs-Tirk de, 2 kesên Sûriyeyî yên dewriye protesto kirine ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatine kuştin.
SOHRê da xuyakirin, ji bo birêvebirina gereke çavdêriya ya hevbeş a hêzên Rûsî û Tirkî li ser rêya M4 li gundewarê Idlibê, îro 26ê Nîsanê Tirkiyê hêzeke mezin li ser rêya M4 kom kir û xwest komên axê yên welatiyên Idlibê li ser rê danîbûn rake û xelkê nerazî yên kom bûne belav bike.
SOHRê diyar kir, lê ew hewla hêzên Tirkiyê rastî nerazîbûna xelkê hat û alozî di navbera hêzên Tirkiyê û xelkê kom bûye de derket.
Hêzên Tirkiyê ji bilî gaza rondikrêj, gule jî bi ser xelkê de berdan û di encamê de 2 kes hatin kuştin, lê nayê zanîn ew sivîl in yan çekdar in.
Dewriyeyên hevbeş ên li ser rêya M4ê piştî rêkeftina Moskowê ya agirbesta Idlibê hatine destpêkirin ku her car rastî protestoyên xelkê Idlibê tên.