Cîhan
SOHR: Îsraîlê li Sûriyê depoyên çekan bombebaran kir
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên bêmirov ên bi çek ên Îsraîlê li bakurê Derayê ya Sûriyeyê depoyên çekan bombebaran kir.
SOHRê daye xuyakirin, balafirên bêmirov ên Îsraîlê bi 2 moşekan depoyên çekan li herêma Lîwa 15 a li rojhilatê bajarê Enxel ê bakurê Derayê bombebaran kirin.
Herwiha SOHRê diyar kiribû ku yekîneyeke hêzên Îsraîlê doh êvarî ketiye gundê Xirbe Sîson ê herêma Hewd El Yermûk ê rojavayê Derayê.
Artêşa Îsraîlê jî ragihandibû ku hêzên wan li Sûriyeyê depoyên çekan bombebaran kirin û hatibû gotin, “Li ser agahiyên îstîxbaratî ku dibêjin depopyeke çekan a rêxistina Hemasê ya terorîst li herêma Dêr Elî ya başûrê Sûriyeyê heye, çeka me ya hewayî beriya demeke kurt, êrîşek pêk anî."