TR KU SO
FB X
Cîhan

SOHR: Li Idlibê 387 cîhadî bi suîqesdan hatin kustin

Admin S
Nivîskar
📅 11 mijdar 2018 19:08

Peyamakurd - Rawengeha Sûriya ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku ji meha Nîsana 2018an ve li Idlibê 387 milîtanên cîhadî bi sûîqesdê hatine kuştin.

Li gor rawengehê kesên rastî sûîqesdê hatine piranî ji rêxistinên cîhadî yên Tehrîr el Şam û Ahrarû Şam û rêxistinên din ên cîhadî ne.

Di daxuyaniyê de li ser nijadê wan kesên hatine kuştin jî hat gotin, 253 kes ji wan xelkê Sûriyê ne, 42 kes jî ji welatên wekî Somalî, Ozbekistan, Urdin, Tirkiye, welatên Kendavê û Kafkasan e.

Herwiha hat diyarkirin ku di wan sûîqesdan de hejmarek sivîl jî hatine kuştin.

Parve bike: