Cîhan
SOHR: Li ser M4ê du mayîn bi karwana Tirk de hatin teqandin: Leskerek hat kustin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku ji ber teqîna du mayinan li ser rêya M4 leşkerekî Tirk hat kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
SOHRê ragihand ku du mayin bi karwanekî leşkerî yê artêşa Tirk de li ser rêya M4 li nêzî gundê Mihembel ê deşta Roc a rojavayê Idlibê teqiyan.
Hat diyarkirin ku di encamê de gelek leşkerên Tirk birîndar bûne û agahiya kuştina leşkerî heye.
Li gorî zanyariyan gelek karwanên leşkerî yên girêdayî Cebhe El-Weteniye û çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam berê xwe dane rêya Heleb-Lazîqiyê ango cihê ku leşkerên artêşa Tirk lê hatine armanc kirin. Herwiha artêşa Tirkiyê jî li herêmê bi dest bi operasyonekê kiriye.