SOHR: Rejîma Sûriyê bajarokekî din ji destê HTSê derxist
PeyamaKurd - Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku artêşa Sûriyê bi piştevaniya hêzên Rûsyayê bajaroka Keleha El Medîq a li bakurê Hemayê ji destê Heyet Tehîr El Şamê (HTŞ - Cebhet El Nûsraya berê) derxist û kontrola bajarokê bi dest xist.
Li gor SOHRê piştî vekişîna çekdarên HTŞê û Bereya Wetewniya Liltehrîr ji bajarokê Keleha El Medîq, artêşa Sûriyê ew bajarok xist jêr kontrola xwe.
Hat diyarkirin ku artêşa Sûriyê ji hemû aliyan ve êrîşî bajarokê Keleha El Medîq kiriye û wê yekê hîştiye ku çekdarên Heyet Tehîr El Şamê û Bereya Wetewniya Liltehrîr vekişin.
Hêjayî gotinê ye doh jî artêşa Sûriyê bajarokê Kefer Nibodî li bakurê Hemayê ji destê çekdarên HTŞê derxistibû.
Hêzên artêşa Sûriyê û balafirên şer ên rûsî ji 30ê Nîsanê ve bi tundî êrîşaan dibir ser deverên wek Deşta Xab û gundên li bakurê Hemayê û gundên çiyayê Zewiyê li başûr û rojhilatê Idlibê.
Li gor amarên SOHRê heta niha di wan êrîşan de 226 kes hatine kuştin û ji bilî bi sedan birîndaran zêdetirî 150 hezar kes jî koçber bûne.