TR KU SO
FB X
Cîhan

Soylu dîsa gef li muxaleftê xwar

Admin H
Nivîskar
📅 05 adar 2019 22:37

PeyamaKurd - Wezîrê navxwe yê Tirkîyê Suleyman Soylu di çarçova xebatên hilbijartinên şarederîyan de li Tîre ya navçeya bajarê Îzmîrê beşdarî mitînga partîya xwe bû û li hemberî partîyan muxalefet  bi teybet jî HDPê gef xawrin.

Soylu li derheqe hevseroka HDPê Pervîn Buldanê de got ev jina bi nave Pervîn Buldan e nerm xuya dike belê zimane we jehr jê dibarê û wiha berdewam kir: ”Ji berê 40 salan PKK hat damezrandin emê di sala 40ê de bişin ser sindoqan û ve tekoşîna xwe bi serkeftine taç bikin.

 Dibeje emê li Kurdistane serbikevin û li Stenbol, Enqere Îzmîr û Edenê dengan li AKPê û MHPê bidin windakirin. Ez ne yekî axaftina daqûrpînim 

. Zaroken me çima li Kato, Gabar, Cudi, Tendürek, Agirî, Qers û Dersimê ve tekoşîne didin, jibo gel, namûs û al ê.

PKKê tevlî şarederîya mezin ya Îzmîrê û Tîre ye nekin. Jimin re dibejin tu gelêk dijwar di axivî ez çibejim li hember wan gotinan bê deng bimînim. Hineka digot em pişta didin PKKê, PYDê û YPGê. Me 4 dîvar dane te te kîjan divê pişta xwe bide. Ez ji wan re nabejim parlementer ev vekîle terore ne. Ev qirejîya  sîyasî ye rexistina terorîne.”

Parve bike: