TR KU SO
FB X
Cîhan

Soylu: ji ber bûyerên li Îdlibê, heye ku 3 milyon û 750 hezar kes berê xwe bidin Tirkiyê

📅 04 cotmeh 2019 13:26

PeyamaKurd - Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê dibêje, ji ber bûyerên li Îdlibê, heye ku 3 milyon û 750 hezar kes berê xwe bidin Tirkiyê.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu da xuyakirin, li Tirkiyê ji 5 milyonan zêdetir penaber hene û ji wan 3 milyon û 667 kes welatiyên Sûriyê ne. Bang li rayedarên Ewropayê kir ku, alîkar bin û pabendî sozên xwe bin.

Soylu got, li Îdlibê jî, ji ber pêşhatên dawî heye ku 3 milyon û 750 hezar kes koçber bibin û berê xwe bidin Tirkiyê. Da xuyakirin, divê di warê herêma ewle de jî, Yekîtiya Ewropa(YE) piştevaniya wan bike.

Parve bike: