TR KU SO
FB X
Cîhan

SpaceXê bi awayekî serkeftî rêwîtiya bi mirov a fezayê da destpêkirin...

Admin H
Nivîskar
📅 31 gulan 2020 13:22

PeyamaKurd - Kompaniya SpaceX piştî xebatên salan ên bi hevkariya NASA (Ajansa Navnetewî ya Fezayê ya Amerîkayê) yekem roketa bi mirov 'Crew Dragon' bi awayekî serkeftî şand fezayê.

Kompaniya SpaceX a Elon Musk yekem car bi roketên ku dubare dikarin werin bikaranîn ango wekî balafiran rêwîtiyê dikin û vedigerin, du astronotên Amerîkî şandin fezayê ku dê di nav 19 demjimêran de bigihîn navenda NASA ya li fezayê.

— NASA (@NASA) May 30, 2020

Roketa Crew Dragon a du astronot tê de bûn, şeva borî li demjimêr 22.22yan ji Navenda Fezayê ya Kennedy a Florîda ya Amerîkayê bi awayekî zindî ku bi milyonan kesan ti seranser cîhanê temaşe kir, bo fezayê hat şandin.

Herwiha bi şandina roketa Crew Dragonê re piştî 11 salan Amerîka cara ewil rêwîtiyeke bi mirov bo fezayê pêk tîne.

Cara yekem kompaniyeke taybet bi rêbazeke nû ya roketên dubare bêne bikaranîn, mirovan dişîne fezayê ku ev wekî destpêkirina heyemake nû ya rêwîtiya fezayê tê qebûlkirin.

Biryar e sala 2024an jî heman kompaniya SpaceX bi awayekî turîstîk mirovan bişîne fezayê ku amadekarî bo wê berdewam dikin.

Parve bike: