TR KU SO
FB X
Cîhan

Spanyayê qada asmanî ji balafirên Amerîkayê re girt

Admin H
Nivîskar
📅 30 adar 2026 19:35

PeyamaKurd - Spanyayê ragihand ku wan qada xwe ya asmanî li ber balafirên Amerîkayê (DYA) yên ku beşdarî êrîşên ser Îranê dibin girtiye.

Wezîra Parastinê ya Spanyayê Margarita Robles diyar kir ku wan bikaranîna qada asmanî ji bo balafirên leşkerî yên DYAyê yên di êrîşên li dijî Îranê de cih digirin qedexe kiriye û sînorên li ser baregehên ku berê bi hev re dihatin birêvebirin berfirehtir kirine.

Robles li Madrîdê ji rojnamevanan re axivî û got: "Em ne destûrê didin bikaranîna baregehên leşkerî û ne jî ya qada asmanî ji bo çalakiyên girêdayî şerê li Îranê."

Piştî vê biryarê ji bilî firînên rewşa awarte, balafirên leşkerî yên DYAyê neçar in ku rêyên xwe biguherînin.

Parve bike: