Cîhan
Srî Lanka: Hejmara qurbaniyan derket 359an
PeyamaKurd - Hejmara qurbaniyên êrîşên terorî yên Srî Lanka zêde bû û derket 359an.
Roja Yekşemê (21.04.2019), li 8 navendên cuda yên Srî Lankyê, ku di nav wan de otel û dêr jî hebûn, êrîşên xwekujiyê hatibûn kirin. Rayedarên Srî Lanka radigihandin ku duhî (23.04.2019) sêşemê 38 birîndarên din ên êrîşê jîyana xwe ji dest dane.
Li gor daneyên hikûmetê, zêdetirî 400 kesî birîndar in û di nav wan de kesên rewşa wan giran jî hene.
Rêxistina Terorê DAIŞê berpirsyariya êrişê girtibû ser xwe lê tu delîlên berbiçav pêşkêş nekiribû.
Rayedarên ewlekarîya Srî Lankayê dîyar dikin ku heta niha 58 kes bi gumana êrîşan hatine desteser kirin.