TR KU SO
FB X
Cîhan

Starmer: Pêwiste Ûkrayna di nav dilê muzakereyan de be

Admin M
Nivîskar
📅 23 sibat 2025 00:09

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Keir Starmer di rêya telefonê de bi serokê Ûkraynayê Zelenskiy re axifî û got ku divê Ûkrayna piştî şer, di navenda muzakereyan de cîh bigre.

Berdevkiya serokwezîrtiya Îngîltere li ser axaftina di telefona navbera Starmer û Zelenskiy de, bi nivîskî daxwuyanî da û got:

“Serokwezîr, biryara xwe ya ji bo desteka Îngîltere ya ji bo Ûkraynayê û ji bo dawiyê li şerê neqanûnî bîne, dubare kir. Serokwezîr got ku divê Ûkrayna di nav dilê muzakereyan de be û desthilata Ûkraynayê bê parastin. Wê Starmer di rojên pêşiya me de bi serokê DYA Trump re li Washingtonê bicive û serokwezîr bi seroka komisyona YEyê bi Ursula von der Leyen re jî axifiye.”

Hat ragihandin ku Starmer û von der Leyen li ser şerê Rûsya-Ûkraynayê axifîne û ji bo bi hevre ji bo ewlehiya axa Ewrûpayê li hev kirine.

Parve bike: