Stenbol bi erdhejeke pileya 5.8an hejiya
PeyamaKurd - Bajarê herî mezin ê Tirkiyê, Stenbol li saet 13:59an bi dijwariya pileya 5.8an erdhejek çêbû û tirseke mezin di nav şêniyên bajêr de peyde bû.
Li gorî AFADê dijwariya erdhejê bi pileya 5.8an e. Çavdêrxaneya Kandillî jî erheja ku navenda wê navçeya Silivrî ya Stenbolê ye bi 5.7an pîva.
Li gorî Navenda Sismolojiya Ewropayê li Stenbolê erdheja hêza wê 5,9 pêl pêk hat
Herwiha Navenda Sismolojî ya Ewropa jî ragihand ku li Stenbolê erdhej bi dijwariya 5,9an çêbûye û li tevahiya Stenbolê hatiye hîskirin.
Erdhejê li temamê Stenbolê bandor kir û tê ragihandin ku niha operatorên telefonan naxebitin û dibistan hatine valakirin.
Ji Parêzgarîyê Daxuyanî
Parêzgariya Stenbolê piştî erdhejê bi daxuyaniyekê ragihand ku heta demjimêr 14:20an ji hemwelatiyên Stenbolê ti agahdariyên ziyanên madî û canî ji wan re nehatine û ew tevî hemû beşên xwe rewşê ji nêzîk ve dişopînin.
Îmamoglu: Ji bo hemû herêmê derbasbûyî be
Herwiha Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem îmamoglu jî piştî erdhejê got, "Ji bo hemû herêmê derbasbûyî be. AKOM (Saziya hawarçûnê) di teyakuzê de ye, heta niha ti agahiya ziyanên canî û madî negihîştiye me."
Li aliyê din di dîmenên ser medya civakî de xuya bû ku li navçeya Avcilar a Stenbolê minareya mizgeftekê hilweşiyaye.
Dibistin ji bo erdhejê ketin betlanê
Herwiha piştî erdhejê li seranserê Stenbolê dibistan ketin betlanê û heta biryareke din dê perwerde dest pê neke.
Dîmenên erdejhê:
İstanbul'daki #deprem anı pic.twitter.com/PgolcGoJji
— medya blok (@medyablok) September 26, 2019