Stoltenberg: Min bi zelalî ji Tirkiyê re got ku NATO ji êrîsê nîgeran e
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jen Stoltenberg îro serdana Tirkiyê kir û piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civîneke rojnamevanî li dar xist.
Stoltenberg di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşa ser Rojavayê û got, wî bi zelalî ji Tirkiyê re gotiye ku NATO ji êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê nîgeran e ku ew êrîş alozî û bê îstiqrariyê li herêmê çêdike.
Stoltenberg li ser êrîşa Tirkiyê got ku wê rewşeke xirab a mirovî jî li navçeyê çêbike ku ew daxwaza rawestandina êrîşê dikin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê da zanîn ku derbarê YPGê de nerîna endamên NATOyê li gel nerîna Tirkiyê cuda ye û got, tevî ku metirsiyên ewlehiyê yên Tirkiyê rewa ne jî divê rewşeke aloz li navçeyê neyê çêkirin.
Tê çaverêkirin Stoltenberg bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re jî bicive.