TR KU SO
FB X
Cîhan

Stoltenberg: NATO pistgiriyê dide navberdana mirovî ya serê Xezeyê!

Admin H
Nivîskar
📅 09 mijdar 2023 22:57

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, beriya civîna ligel Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, li Berlînê daxuyanî dan rojnamevanan.

Stoltenberg, ji bo Xezeyê banga rêzgirtina li hiqûqa navnetewî kir û got, “Hevpeymanên NATOyê piştgiriyê didin navberdana şerê Xezeyê bo gihandina alîkariyê mirovî.”

Stoltenberg got ku ew dê ligel Scholz rewşa Rojhilata Navîn, êrîşa Hemasê ya ser Îsraîlê û bersiva Îsraîlê gotûbêj bikin û da xuyakirin, "Êşên ku em van hefteyên dawî rûbirû dibin, pêwîstiya ku em ji xebatên çareseriyên mayînde venegerin bi bîra me dixe. Divê şerê xezeyê veneguhere şerekî herêmî. Pêwîste Îran û Hizbullah li derveyî vî şerî bimînin.”

Parve bike: