Cîhan
Stoltenberg û Zelensky rakirina astengên korîdora zad gotûbêj kir
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky, di pêwendiyeke telefonî de li ser rakirina astengên li pêşiya dewama Peymana Korîdora Zad axivîn.
Dema peymana korîdora dexlê 17ê Tîrmehê bidawî bûbû û Rûsyayê ragihandibû ku heta şert û mercên wan neyên bicihanîn ew dema peymanê dirêj nakin.
Li ser hevdîtina ligel Stoltenberg, Zelensky ragihand wan rewşa heyî parve kiriye û behsa pêngavên bo rakirina astengên li pêşiya berdewama korîdora zad kirine.
Herwiha Zelensky bal kişandiye ser ku wan derbarê mijara endamtiya NATO ya Ukraynayê de jî nirxandin kirine.