TR KU SO
FB X
Cîhan

Stoltenberg: Wê NATO pistevaniya Afganistanê berdewam bike!

Admin H
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2021 00:02

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku wî ligel Serokê Afganistanê Eşref Ganî hevdîtin kiriye û li ser pêşveçûna Talîbanê diyar kir ku pêwîstî bi çareseriyeke hatiye mizakerekirin heye.

Stoltenberg li ser hesabê xwe yê medya civakî hevdîtina xwe ya ligel Eşref Ganî eşkere kir û herwiha da xuyakirin, "Wê NATO, fînansekirina hebûnên sivîl û perwerdeya li derveyî welat jî di nav de piştevaniya Afganistanê berdewam bike.”

Li aliyê din Talîbanê jî piştî vekişîna NATO û Amerîkayê ragihandiye ku wan ji 400 eyaletan zêdetirî 150yê wan xistiye kontrola xwe.

Parve bike: