TR KU SO
FB X
Cîhan

Strana Koreya Bukur a propagandayê di medya civakî de bû vîral

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 05 gulan 2024 19:31

PeyamaKurd – Strana ku Koreya Bakur ji bo propagandaya xwe amade kir di platformên medyaya civakî de bû vîral.

Bêguman berpirsên Pyongyangê beriya ku vê strana bi şêweya popê amade kirin wa payîn nekiribûn ku wê bi vê sosretê bibe vîral.

Strana bi navê ‘Bavê Heval di nav bikarhênerên Nifşê Z de belav bû.

Gelek ji wan kesên ku stranê ji ber melodiya wê parve dikin nizanin ku gotinên wê, bi drûşmên avêtina mûşekên balîstîk, pesnê rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un dide.

Hin gotinên stranê wiha ne:

"Werin em strana rêberê mezin Kim Jong Un bêjin

Werin em pesnê Bavê xwe yê Dost Kim Jong Un bidin.

Bikarhênerên TikTok dibêjin ku stran xwedî melodiyek mezin e.”

Di şîroveyên ji bo stranê de hin kes stranê dişibînin stranên Taylor Swift û hinek jî daxwaz dikin ku stran xelata Grammy bistîne.

Hin kes jî di derbarê armanca amadekirina vê stranê de hişyarî didin ku ev strana pop semboleke mûzîkî ya ku di xwe de niyaza Koreya Bakur dihewîne.

Parve bike: