TR KU SO
FB X
Cîhan

Sudan | Orgeneral Abdulfettah el-Burhan bû serokê nû yê Konseya Leskerî

Admin H
Nivîskar
📅 13 nîsan 2019 14:03

PeyamaKurd – Piştî karvekêşana Wezîrê Bergiriyê yê Sûdanê Orgeneral Avad bin Avf ku gelê Sûdanê jê nerazî bû, Orgeneral Abdulfettah el-Burhan bû serokê nû yê Konseya Heyama Demkî ya Leşkerî li Sûdanê.

Burhan piştî sondxwarinê dest bi karê xwe kir ku dema koteda li dijî deshilatiya Omer el Beşîr hat kirin, gelê Sûdanê li bendê bû General Abdulfettah el Burhan daxuyaniyê bixwîne seroktiya dewletê bigire ser xwe.

Hêjayî gotinê ye,di nav 3 generalên Sûdanê yên koteda kirine de, tenê li ser General Burhan doza tawanên dijmirovî li Dadgeha Cezayê ya Navnetewî nîne.

General Burhanê ku dest bi erka seroktiya dewletê kir, yek ji sê generalên daxwaza hilweşîna deshilatiya El Beşîr kiriye ye.

Wezîrê bergiriyê yê Sûdanê îstîfa kir

Parve bike: