Sûdanî: DAIS êdî ne ew hêza berê ye
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê diyar kir, Iraq ne hewcedarî hêzên şerker ên ti welatekî nîne: "DAIŞ êdî ne ew hêza berê ye. Ew li biyabanê ne û metirsî ye."
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî ji CNN da zanîn, rastiya nû ya Iraqê pêwîstî bi hevkarî û hevahengiya ligel hevpeymaniya navdewletî di hin waran de heye.
Sûdanî eşkere kir, Iraqê proje rêkeftinek ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê wergirtiye, ku têde behsa awayê peywendiyên Iraq û hevpeymaniya navdewletî ye.
Sûdanî destnîşan kir, rê nadin ti komeke çekdar ku axa Iraqê ji bo êrişkirina welatên cîran bikar bîne.
Herwiha Sûdanî got, hikûmeta wî israr dike ku Îran û welatên erebî nêzîkî hev bike da ku aramî li herêmê çêbike.
Piştî nemana hêzê Iraqî li Mûsilê û dagîrkirina wê ji aliyê DAIŞê ve, Amerîka hevpeymaniyeke navdewletî bo şerê DAIŞê li 62 welatan pêk anî, ku her yek ji wanbi dereceyên cuda beşdarî wê hevpeymaniyê bûn.